May 30, 2025 18:30 Asia/Tehran

Yekem dewra Mêhrigana Xelata Pênûsa Hejar bi nasandina kes û berhemên bijartî li Zannîgeha Kurdistanê bi dawî hat.

Li gorî biryara Desteya Hekeman a Yekem dewra Mêhrigana Xelata Pênûsa Hejar, di beşa romanê da ``Kevtinî Asmanekan berhema Cebbar Cemal Xerîb ji Hewlêrê, di beşa dîrokê da Bûjaneweyî Kurd berhema Ismayîl Şems, di beşa felsefê da Koyi Berhemekan berhema Mihemed Kemal ji Australîyayê, di beşa çanda giştî da Ferhengî Zarekî Mukrîyan berhema Selaheddîn Payanîyanî ji Mihabdê û di beşa gelnasîyê da pirtûka Çanda Qewmî ya Gund û Şarên Xorasana Bakur berhema Elî Rehmetî ji Bijnûrdê, di beşa rexneya wêjeyî û şêwenasîyê da berhema Teşeyên Nezmê berhema Ebdulrehman Adak hatin bijartin.

 

Serepeyv