Jinên Îranê bûn bijareyên Komîteya Paraolempîk a Cîhanê
Adar 09, 2025 16:02 Asia/Tehran
Îran wekî endamê bijare yê sala 2025`an di pişka geşkirina werzişa jinan de hat bijartin.
Endrû Parsonêz, serokê Komîteya Navnetewî ya Paraolempîkê di nirxandina xwe ya li ser bijartina bijareyên Xelata 8`ê Adara 2025`an, Îranê wekî endamê bijare yê sala 2025`an di pişka geşkirina werzişa jinan de da nasandin. Zehra Nêimetî, kevandara Îranê li Paraolempîk û cîhanê, wekî werzişkara bijare ya niwşa ciwan di sala 2021`ê de jî karî vê xelatê ji Komîteya Navnetewî ya Paraolempîkê werbigire.