Pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya Patina Şêrîniyê
Çile 27, 2025 17:22 Asia/Tehran
Pêşbirkên Kûpaya Cîhanî ya Patina Şêrîniyê ku yek ji pêşbirkên herî bi hitbar û bi kelecan ên warê Patina Şêrîniyê ye, bi serketina tîma Japonê li bajarê Liyon a Firansayê bi dawî hat.
Ev pêşbirk ku her du salan carekê tê lidarxistin, şefên herî baş ên patina şêrîniyê ji çar aliyê cîhanê dora hev kom dike da ku jêhatîbûna xwe di hunera çêkirina şêrîniyê de nîşan bidin. Hekemtiya vê pêşbaziyê pir deqîq e û pîvanên wekî afirînerî, deqîqbûn, teknîk û pêşkêşkirina dawî ya şîraniyan têne berçavgirtin. Ji çar aliyên cîhanê hezkirî û mêvan diçin Liyonê da ku bibin şahidê van pêşbaziyên balkêş û bi xuluqkarî.