Kanûn 28, 2024 17:28 Asia/Tehran
  • Kilîseyên nasyar ên Îranê

Kilîse sembola sereke ya Ola Xirîstiyaniyê ne û li Îranê nêzikî 600 kilîse hene ku 450 heb ji wan hatine naskirin û 90 kilîse jî di lîsteya şûnwarên neteweyî da hatine tomarkirin.

Hinek ji kilîseyên Îran di lîsteya UNESCO'yê da hatine tomarkirin û ji hêla çandî, mezhebî û dîrokî va xwedan nirx û girîngiyeke zêde ne.

Qere Kilîse

Qere Kilîse yan Kilîseya Tadeosê Pîroz yekem kilîseya mezin a cîhana xirîstiyaniyê ye û 20 kîlomitran dûrî bajarê Çaldiranê ya Parêzgeha Azerbaycana Rojava ye.

Kilîseya Saint Stepanos

Ev kilîse di sedsala nehem a zayînî da hatiye çêkirin û li bajarê Colfayê ya Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat e. Navê kilîseyê ji 'Saint Stepanos' hatiye wergirtin ku wek yekem şehîdê xistîniyanî tê naskirin.

Kilîseya Vank'ê

Kilîseya Vank'ê yan Kilîseya Rizgarkerê Pîroz sala 1655an ji aliyê koçberên ermenî va ku Şa Ebas digel xwe anîbûn Colfaya Îsfehanê hatiye çêkirin.

Kilîseya Sorx Avayê

Kilîseya Sorx Avayê li Parêzgeha Mezinderanê ya bakurê Îranê ye û di serdema Pehlewî da li gundekî bi vî navî (Sorx Abad) û ji aliyê mihendisên îtalyayî ku ji bo çêkirina rêya hesin hatibûn navçeyê, hatiye çêkirin.

Kilîseya Serkîsê Pîroz

Kilîseya herî mezin li Tehranê ye. Ev kilîse sala 1970î bi xercê kesane yê ermeniyên niştecihê Tehranê hatiye çêkirin.

Kilîseya Meryema Pîroz

Kilîseya herî kevn û mezin a Tewrêzê li bakurê rojavayê Îranê ye. Kevnatiya wê vedigere 500 salan beriya niha.

 

Serepeyv