Qaremnaiya xatûna Îranî di pêşbirkên badmîntonê yên Asyayê de
Kanûn 02, 2024 18:57 Asia/Tehran
Endama herî ciwan a karwanê werzişa guhgiranan a Îranê li pêşbirkên badmîntonê yên Asyayê qaremana cîhanê işkest da û rekoreke seyr tomar kir.
Pêşbirkên badmîntonê yên10-emîn dewra pêşbirkên Asiyayê ji îro va li Malizyayê dest pê kir û di yekem roja van pêşbirkan de Jîla Mobeşirî werzişvana 15 salî ya Îranê, bi hevrikeke ji Koreya Başûrî re ku wek qaremana cîhanê tê naskirin leyîst û li du sêtan de ew işkest da û derbasî qonaxa din bû.
Jîla Mubeşirî divê di qonaxa bê de bi werzişvanek ji Hindistanê re bilîze.
Herwiha di beşa mêran de jî, Mesûd Muhsinpûr ji Komara Îslamî ya Îranê, bi hevrikekî ji Taywanê ku yek ji baştirînên Asiyayê ye leyîst û karî bi serketina du - sifir hevrikê xwe işkest bide û derbasî qonaxa din bibe.