Cotmeh 23, 2024 17:48 Asia/Tehran
  • Lîsteya pirtûkên  ku li cîhanê herî zêde hatine xwendin

Heta niha li cîhanê gelek pirtûk hatine çapkirin û belavkirin lê hin pirtûk hene ku bi her awayî zêdetir hatine hebandin û xwendin

Pirtûka Sor:Ev pirtûk ji aliyê Artêşa Çînê ve di sala 1964'an de hat weşandin. Di pirtûkê de gelek anekdotên ji Mao Zedung hene. Pirtûk nêzî 800 mîlyon hebî hat firotin.

Quran:Pirtûka pîroz a Misilmantiyê li temamê dinyayê ji aliyê nêzî 800 mîlyon kesî ve hatiye xwendin.

Ferhenga Xinhua:Ferhenga bi çînî ku di sala 1957'an de hatiye çapkirin heta niha 400 mîlyon heb firotiye.

Deh Reşikên Biçûk:Romana bi cureya polîsiye ji aliyê nivîskar Agatha Christie ve hatiye nivîsandin û ji 100 mîlyon hebî zêdetir hatiye firotin.

Efendiyê Gustîlan (The Lord of the Rings):Berhema navdar a Tolkien yekem çapa xwe di sala 1954'an de kir. Ji çapa yekemîn ve 150 mîlyon heb firot.

Harry Potter û Perensê Melez:6'emîn pirtûka rêzeya Harry Potter ji sala 2005'an ve heta niha 65 mîlyon heb firot.

Şîfreya Da Vinci:Romana macerayî ya Dan Brown ku Dêra Katolîk gelek lê hêrs bû ji sala 2003'yan ku hate weşandin ve heta niha 80 mîlyon heb firot.

Harry Potter û Odeya Razberiyan:Pirtûka 2'yemîn a rêzeyê heta niha ji aliyê 60 mîlyonî ve hat firotin.

Harry Potter û Hevrêtiya Zumridî Anka:Pirtûka 5'emîn a rêzeyê ji sala 2003'yan ve li dor 55 mîlyon hebî firot.

Harry Potter û Dîlê Azkaban:Pirtûka 3'yemîn a rêzeya Harry Potter di sala 1999'an de hat weşandin û heta niha 55 mîlyon heb firot.

 

Parve Bike

Serepeyv