Cotmeh 21, 2024 16:08 Asia/Tehran
  •  Îran bû mazêvana Pêşbirkên Duwatlona Asyayê yên sala 2025an

Mazûvanîya Duwatlona qaremaniya Asyayê di sala 2025an da bi pejirandina Konfederasyona Triathlon'ê ya Asyayê bo Komara Îslamî ya Îranê hat spartin.

Duwatlon (Duathlon) çiqek ji bezîn û duçerxeajotinê ye ku di pênc qonaxan da pêkhatî ji bezîn, devera veguhestina yekem, duçerxeajotin, devera veguhestina duyem û bezînê pêk tê.

Li gorî rapora IRNAyê ya roja Duşemiyê, Bi pejirandina Konfederasyona Triathlon'ê ya Asyayê û li pey daxwaza Federasyona Komara Îslamî ya Îranê, bajarê Tewrêzê bû mazûvana pêşbirkên Duwatlona qaremaniya Asyayê ya sala 2025an û biryar e ev pêşbirk di rojên 9 û 10ê Cotmeha 2025an da werin lidarxistin.

Serepeyv