Cotmeh 21, 2024 16:08 Asia/Tehran
  • Teqrîza Rêberê mezin ê Şoreşê li ser pirtûka 'Payîz hat'ê hat nimandin

Teqrîza Îmam Xamineyî, Rêberên mezin ê Şoreşa Îslamî li ser pirtûka 'Payîz hat'ê roja Yekşemiyê li Zencanê hat nimandin.

Hevdem digel Şanzdehemîn Rêzgirtina li Wêjeya Cîhad û Berxwedanê, rêûrisma nimandina Teqrîza Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî li ser pirtûka 'Payîz hat'ê li Nimêjgeha Xatem ul Enbiyayê ya bajarê Zencanê hat lidarxistin.

Li gorî rapora Pars Todayê, Pirtûka 'Payîz hat'ê jiyana hevpar a şehîd 'Ehmed Mûsewî' Fermandeyê Yekîneya Mihendisiya Şêrr a Sipaha Pasdaran a Navçeya Zencanê û Seyîde Fexrussadat Mûsewîyê şirove dike ku di 240 rûpelan da û bi pênûsa Gulistan Ceferiyanê hatiye nivîsîn û ji aliyê Weşana Sûreyê Mêhrê va hatiye çapkirin û weşandin.

'Payîz hat' ne tenê raveyek ji jiyana kesane û malbatî ya van du kesayetan e, belkî di nava xwe da gelek rastiyên tehl û şîrîn ên serdema Berevanîya Pîroz jî temsîl û şirove dike.

Hêjayî gotinê ye, 'teqrîz' bi kurtasî û bi zimanekî xwerû kurtenivîsek e ku bi nîşana pesindanê di destpêka pirtûkekê da tê nivîsîn.

 

Serepeyv