Pîrozbahiya Rêberê Şoreşê bi boneya Qaremanîya tekvandovanên Îranê
Cotmeh 08, 2024 14:09 Asia/Tehran
Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî ji ber qaremaniya Tîma neteweyî ya tekvandoya keç û Kuran a Îranê di pêşbirkên cîhanî da peyama pîrozbahiyê da.
Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Parastin û Belavkirina Berhemên Hezretê Ayetullah Xamineyê, piştî bidestxitina qaremanîya cîhanê ji aliyê Tîma Neteweyî ya Keç û Kuran a Komara Îslamî ya Îranê di Pêşbirkên Qaremaniya Nûciwanên Cîhanê li Koreya Başûr, Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji vê serkeftinê, bidestxistina vê cîgeha bilind li werzîşkar, kadroya teknîkî ya tîma neteweyî û berpirsên Federasyona Tekvandoyê ya Îranê pîroz kir.