Îlon 15, 2024 19:02 Asia/Tehran
  •  Biryat hatiye dayîn ku li Amedê ji nû ve konservatûar vebe

Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran di sala 2010'an de, di bin banê Beşa Çand û Kar û barên Civakî ya Şaredariya Amedê de hatibû vekirin.

Meclîsa Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ji nû ve ‘Konservatuara Bajêr’ vekin biryar da.

Dema qeyûmê sala 2016'an dest danî ser şaredariyê yek ji saziyên ku girt jî ev konservatûar bû. Niha şaredariyê biryar da ku ji nû ve vê konservatuarê vekin.Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di civîna meha rezberê de roja 13'yê mehê bi yekdengî biryar da ku ji bo ku nirxên çandî bigihîne siberojê divê Midûriyeta Şaxa Konservatuara Bajêr ava bibe.

Serepeyv