Tebax 26, 2024 19:14 Asia/Tehran
  • Pirtûka 'Rêzimana Kurdiya Pehleyî/Pehlewî' hat weşandin

Bi hewla Enstîtûya Zanista Zagrosê, Pirtûka 'Rêzimana Kurdiya Pehleyî/Pehlewî' li Weşana Zayeleyê ya Merîwanê hat weşandin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Pirtûkan a Îranê (IBNA), Pirtûka 'Rêzimana Kurdiya Pehleyî/Pehlewî' bi nivîsîna Namdar Cabirî wek yekem berhem tevn û nijyara zaraveyê nasyar bi Kurdelî ku li navçeyên Dêhloran, Abdanan, Pehle, Meyme û Derre-Şehrê li başûrê Parêzgeha Îlamê berbelav e û tam dişibe Kurdiya Kurmancî, şirove dike.

Nivîskarê vê berhemê ji lêkolerên pirrxebat ên dêhloranî û ji endamên sereke yên Enstîtûya Zanista Zagrosê ye û bi armanca hînkirina fêrxwazên ziman ên mereqdarê Zimanê Kurdiya Pehleyî ev pirtûk li Weşana Zayeleyê ya Merîwanê, di 95 rûpelan û 500 bergan çap kiriye.

Ev pirtûk bi du zimanên Farisî û Kurdî ye û hin babetên rêzimanê weke Kişandina Lêkeran, Kirpandin, Rengdêr, Daçek, Lêkerên Lebatî û hwd digire ber xwe. Rênivîsa vê berhemê bi Kurdiya pîvankî û standard e.

Li gorî nûçeya IBNAyê, "Nivîskar di dawiyê da ev encam bi dest xistiye ku Kurdiya Pehleyî anegorî zaraveyên din ên Zimanê Kurdî herî zêde digel zaraveyê sereke yanî Kurmancî hevbeş e; ji ber ku ji hêla dîrokî va jî eşîra resen û kevn a Kurdelîyê li Kurdistana Sûriyê û Parêzgeha Batmanê, bajarê Hesenkîfê bi kevnatiya deh hezar salî niştecî ne."

Namdar Cabirî lêkoler û fêrkarê Zimanê Kurdiya Pehleyî sala 1355an a Koça Hetawî li Şaristana Dêhloranê ya Parêzgeha Îlamê ji dayîk bûye.

 

Serepeyv