Bi qaremaniya Hadî Serevî li Olîmpikê karwanê Îranê zêr bi dest xist
Ferengîkarê 97 kg yê Îranê bi işkestdana qaremanê cîhanê û olempîkê ji Ermenistanê mîdala zêrê ya olempîka 2024an bi dest xist.
Di fînala guleşta Olempîka 2024 a Parîsê 2024an de, Mihemed Hadî Sarevî, xwediyê mîdala zêr a cîhanê û mîdala tûnc ya olempîkê, li hember Artûr Aleksaniyan,guleşvanê ermenî yê serketî û xwediyê mîdalên zêr, zîv û tûnc ên olempîkê û 4 mîdalên zêr û 3 zîv li cîhanê bi encama 4 - 1 bi ser ket û bû xwediyê mîdala zêr ya olempîkê.
SArevî di dewra ewilî li himber J Cozêf Rao ji Amerîkayê, di dewra duyemîn li himber Ozor Cozopîkov ji Qirgizîstanê û di nîvefînalê de li hember Mihemed El-Sayid ji Misrê bi ser ket.
Werzişvanên îranî di olempîka Parîsê de serketineke mezin bi dest xistin,
Seîd Îsmaîlî di 67 kg û Elîriza Mêhmedî di 87 kg de gihîştin fînalê û Emîn Mîrzazade mîdala tûnc bi dest xist.
Mobîna Nemetzade werzişvana neteweyî ya tekwandoyê ya 19 salî jî duh karîbû mîdala tûnc a pêşbirkên Olempîka 2024an bi dest bixe û bû duyemîn jina Îranî ku di dîroka van lîstikan de mîdalê bi dest dixe.