Tîrmeh 15, 2024 10:46 Asia/Tehran
  • Dewama merasim û tazîdariyên Muherremê li navçeyên curbicur ên Îranê

Merasîma tazîdariya Muherremê û bîranîna Îmam Husêyn(s)û hevrêyên wî yên emegdar ku di 1ê meha Muheremê ve hevdem li seranserê Îranê dest pê kiriye, şeva borî û îro jî bi awayekî berfireh berdewam e.

Şeva borî çîn û qatên  curbicur ên xelkê li navçeyên curbicur ên Îranê bi amadebûna li mizgevt û tekyeyeên mezhebî merasima tazîdariya Tasûa û Aşûraya  Husêyn, silavên Xwedê lê bin li dar xistin û  rêz li bîranîna Îmam Husêyn û hevalên wî yên emegdar li şerê Kerbelayê girtin.

Merasima tazîdariya Tasûaya Husêynî  (s) şeva buhurî bi amadebûna Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û komek ji tazîdarên Husêynî li Husêniya Îmam Xumeynî (RE) hat lidarxistin.

Merasima tazîdariya Îmam Husêyn (s) li navçên cuda yên Îranê bûye kevneşopiyek gelek kûr û  gelek navçe di rojên Muherremê de  bo lidarxistina merasimên taybetî heyamê muheremê  tên naskirin û ev merasim bûne weke cihên balkêş ên geştyariya ayînî û mezhebî.

Wek mînak li bajarê Lahîcanê li bakurê Îranê merasimek bi navê Çil Minber tê lidarxistin ku merasîmeke gelek taybet e, yan jî li Zencanê her sal kombûna bi hezaran evîndarên Îmam Husên bala her kesî dikşîne.

Li Tewrêzê di şeva Aşûrayê de qêrîna Şah Huseyn bilind dibe û her herêmek merasima xwe  ya taybet heye.

Serepeyv