Tîma guleşta azad a Îranê li Hangaryayê derket pileya dudyan
Li pêşbirkên guleşta azad a pilebendiya Yekitiya cîhanî ya guleşta Hangaryayê der Îranê derket pielya dudyan.
Pêşbirkên guleşta Azad a navneteweyî ya Kpa Êmreh Bolyak û Warga Yanûs duh îniyê li bajarê Bûdapêstê ya Hangaryayê bi dawî hat û tîma bijarte ya guleşta zad a Îranê bi 8 nuneran ûnebûan du guleştguiran li kêşên92 û 125 kg ê mîdaleke zêr, 2 mîdalên zîv û 2 mîdalên tûnc bi dest xistin û derketin pileya dudyan.
Di van pêşbirkan de, Hesen Yezdanî guleştgirê camêr ê Îranê ku ji ber neştergeriyê bêhna xwe vedida di kêşa 86 kg ê çû meydanê û mîdala zêrê wergirt.
Ebas Îbragîmzade di kêşa 65 kg ê û Adil Penahiyan di kêşa 79 kg ê mîdaal zîv wergirtin û Şehdad Xusrewî di kêşa 61 kg û Elî Rizayî di kêşa 74 kg ê mîdala tûncê wergirtin. Di pilebendiya tîman jî bi 117 puenan di pileya dudyê de sekinî û tîmên Gurcistanê bi 133 puenan û Amerîka bi 70 puenan derketin pileyên ewil û sisyan.