May 04, 2024 09:06 Asia/Tehran
  • Mîdalên zêr û tûnc ên pêşbirkên navneteweyî yên beza meydanê ya Dobêyê jibo du werzişkarên Îranê

Werzişkarên Îranî li pêşbirkên beza 800 metre û beza 100 metreyî li pêşbirkên qehremaniya navneteweyî ya beza meydanê ya Dubêyê, zêr û tûnc bi dest xistin.

Di pêşbirka 800 metre ya pêşbirkên navneteweyî ya beza meydanê ya Dubey, Elî Amîriyan pileya yekem girt û mîdala zêr ya vê pêşbirkê bi dest xist.Li ser vê esasê ev bezkarê bezên nîvbergirtî  yê îranî bi tomarkirina rêjeya 1:47.74 xulekan zûtir ji hevrikên din karî ji xeta dawiyê derbas bibe û mîdala zêrê bi dest bixe.Her wiha Hemîde Îsmaîlnijad li pêşbirka 100 metre ya pêşbirkên navneteweyî ya Dubêyê li pileya sêyem rawestiya û li pêşbirkên 100 metreyî karî bi rêjeya 11.74 saniyeyê pileya sêyem bi dest bixe û mîdala tûnc bi dest bixe.

Serepeyv