Pêşbirkên Cîhanî yên Kempoyê; Tîma Îranê bû duyem
Tîma şandî ya Îranê bo Dora 20î ya Pêşbirkên Cîhanî yên Kempoyê li Tirkiyê di cîgeha duyem da cih girt.
Li gorî rapora IRNA'yê, Ev pêşbirk bi beşdariya kempovanên 45 welatan li du beşên jinan û mêran di rêzên temenî yên nûciwan, ciwan, mezin û pêşengan û li pişkên pêşbirkê yên form û berevaniya kesane, her wiha li 4 çiqên rikeberiyê yên Semi-Kempo, Submission, Knockdown û Full-Kempoyê hatin lidarxistin. Her werzîşkarekî dikarî di çiq û pişkên ciyawaz ên van pêşbirkan da biçe pêşberî hevrikan.
Her wiha li çiqa Kempo-MMA'yê, bijartiyên qaremanên cîhanê di dewreyên pêş da û yên xwedî pileya bilind di rêzebendiyê da ji bo wergirtina Kembera Qaremaniya Cîhanê ketin pêşbirkê.
Tîma 12 kesî ya şandî ji aliyê Îranê va ku bi navê Ejdehayê Sor beşdarî van pêşbirkan bûbû, karî bi wergirtina 18 mîdalên zêr, 11 zîv û 6 bronzan, 6 kemberên zêr ên Kempoyê û 3 kemberên zêr ên Kempo-MMA'yê di rêza mezinan da cîgeha duyem bi dest bixe.
Tîma Romanyayê bûye yekem û Tîma Tûnisê jî piştî Îranê di rêza sisêyan da cih girt.