Nîsan 22, 2024 09:53 Asia/Tehran
  • Balekayetiyê bûye navendeke girîng ya kaşûnbaziyê

Balakayetî yek ji wan cihane li Herêma Kurdistanê ku ji bo kaşûnbazî û fêrkirina vê werzişê guncawe.

Bi sedema hebûna berfê di çar demsalên salê de, deverên çiyayî yên Balekayetiyê bûye cihek girîng ji bo werzîşên berfê yên ku bi navê kaşûnbaziyê tê naskirin. Werzişvanên kaşûnbaziyê dibêjin “Divê hikûmet û berpirsên pêwendîdar vê leyîstikê pêş bixin. Ji ber ku eger piştgirî bê kirin, em dikarin nûnertiya welatê xwe di olîmpiyat û festîvalên mezin yên derve de bikin.”

Her sal pêşwaziya gelek werzişvan û çiyagerên biyanî li herêmê dikîn ku jî bo leyîstina kaşûnbaziyê tên vê herêmê. Ew her tim behsa girîngiya vê herêmê dikin, ku cihê herî başe ji bo leyîstina kaşûnbaziyê.”

Serepeyv