Nîsan 08, 2024 18:06 Asia/Tehran
  •  Li Gundê Dîgagayê merasîma ‘Hazar Def’ hate lidarxistin

Bi hezaran jin û mêr bi erbaneyên (def) xwe, tevli merasîma ‘Hazar Def’ a li gundê Degaga ê bûn.

Li gundê Degaga yê navçeya Servabad a girêdayî bajarê Sine roja 4’ê Nîsanê çaremîn merasîma “Hazar Def” hat lidarxistin. Di merasîma ku bi hezaran jin û mêr ji bajarên Kirmaşan, Merîwan, Dehgolan û Sinêyê bi erbaneyên xwe tevli bûbûn, dîmenên rengîn derketin holê.

Merasîma “Hazar def” 4 sal in tê lidarxistin. Mirovên ku li  erbaneyê lêdixin, dibin mêvanên yek ji gundên Palengan, Haşmiz û Degaga û li wir merasîm tê lidarxistin. Beşdarbûna jinan a merasîmê roj bi roj zêde dibe.

Serepeyv