Tekvandovana îranî duyemîn pişk û para Olempîka Tekvandoyê bi dest xist
Adar 15, 2024 16:25 Asia/Tehran
Tekvandovana îranî duyemîn pişk û para Olempîka Tekvandoyê ya Parîsê bi dest xist.
Mobîna Nêmetzade endama Tîma Neteweyî ya Tekvandoya Îranê bi têkdana hevrika xwe ya japonî pişk û para beşdariya di Pêşbirkên Olempîka Parîsê bi dest xist.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Pêşbirkên bidestxistina pişk û para Olempîka 2024an a Parîsê li Parezemîna Asyayê da vê sibê bi beşdariya 94 tekvandovanan ji 33 welatan bi mazûvaniya Çînê li Salûna Şangsiya bajarê Tay Anê dest pê bû û Mobîna Nêmetzade di giraniya 49 KG da karî bi têkdana hevrika xwe ya japonî pişk û para beşdariya di Olempîka 2024an da bi dest bixe.