Adar 09, 2024 09:47 Asia/Tehran
  • Qaremaniya Îranê li pêşbirkên guleşta ferengî li Tirkiyê

Tîma neteweyî ya Guleşta Îranê li pêşbirkên Vehbî Emreh a Tirkiyê bû qareman û 4 mîdalên zêr, 5 mîdalên zîv û 3 mîdalên tûnc bi dest xistin.

Pêşbirkên navneteweyî yên guleşta ferengî ya kapa  Vehbî Emre ya Tirkiyê li rojên 7 û 8`ê  adarê li bajarê Antalyayê birêve çû û li dawiyê de tîma Îranê bi bidestxistina 4 mîdalên zêr, 5 mîdalên zîv û 3 mîdalên tûnc, bû qareman.Di rêzbenda tîman de, Îranê bi 166 xalan bû qareman û tîmên Tirkiyê bi 107 xalan û Qirqîzistan bi 97 xalan bûn duyem û sêyem.

 

 

Serepeyv