Du dilên biçûk, xeyalên mezin dihûnin
Du zarok, du heval, du xwişk û bira, Rojbîn û Destdar soza parastina çand û hunera Kurdî dane.
Rojbîn û Destdar du xwişk û birayên hevin ku xeyalên mezin yên xwe pêşxistin û parastina çand û hunera Kurdî kirine bingehê jiyana xwe û bang li tevahî zarok û jinên ciwan dikin ku di aliyê hunerê de xwe pêşbixin, ji ber ku her mirovek hunerek ya cûda heye.
Li ser vî bingehî di hemû xebatên çand û hunerê de xwe perwerde dikin û hewldidin di hemû aliyên çand û hunerê de xwe pêşbixin.
Wan her duyan bang li tevahî zarokên Kurd dikin ku di aliyê çandê de xwe pêşbixin û li hemberî êrişên heyî hunera xwe bikin mertalek ya parastinê. Hestekî gelek xweşe ku mirov li gel xwişka xwe di xebatekê de cih bigire. Em dixwazim bibim hozanek navdar yê Kurd û Kurdan bi hunera xwe bidinnasîn.”