Sibat 21, 2024 18:06 Asia/Tehran
  • Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Zanîngeha Koye komxebatek hat meşandin

Li Zanîngeha Koyê, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Zanîngeha Koye komxebatek ji bo gotûbêjkirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

 Di vê civînê de çar panel li ser girîngiya zimanê kurdî û astengiyên li pêşiya ziman li  Herêma  Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha Berpirsê Beşê Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koyê ragihand ku encamên komxebatê dê bibe erkdarkirinek û wê ji bo dezgehên pêwendîdar bên şandin.

Di  vê civînê de hinek mamoste û xwendevanên zanîngehê amade bûn. Hemû şîrove, nêrîn, nirxandin û têbîniyên li ser astengiyên niha li ber zimanê Kurdî ne, hatin pêşkêşkirin.

Di panela yekem de Seroka Beşê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Koye Dr. Derya Hewêzî got ku ziman ne tenê navgîna têgihîştinê û ragihandinê ye, belkî pênaseya nasnameya netewane.

Serepeyv