Sibat 21, 2024 17:58 Asia/Tehran
  •  Roja Zimanê Dayikê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê

Di çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de êrişên hikûmeta Tirkiyê yên li ser zimanê Kurdî hatin şermezarkirin.

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajarên kurdnişîn ên Tirkiyê çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Çalakî û xwepêşandan bi pêşengtiya rêxistinên ziman û civaka sivîl hat lidarxistin û hat xwestin ku Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.

Egîtîm Senê li avahiya navenda giştî ya Enqereyê daxuyanî da. Serokê Egîtîm Senê Kemal İrmak bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê. İrmak, got ku perwerdeya bi zimanê dayikê hînkirina zimanê duyemîn hêsantir dike û meharetên zarokan ên fikirîn û xweîfadekirinê bi erênî bandor dike.

Şaxa SES’ê ya Stenbolê  ragehand: “Daxwaza xizmeta bi zimanê dayikê; parçeyeke jêneveger ê mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Rêya xizmeta wekhev a ji bo her kesî, bikaranîna mafê zimanê dayikê ya di vê qadê de ye.”

Serepeyv