Sibat 15, 2024 08:58 Asia/Tehran
  • Xatûna îranî li pêşbirkên beza meydanê de xelata mezin a Îmaratê bi dest xist

Pêşbirkên cîhanî yên xelata mezin beza meydanê ya kêmendam û canbazan li Îmaratê di halê lidarxistinê ye û werzişvana îranî Roya Bêygpûr li pêşbirka 200 metre ya pileya T-64 bi rekora 34.94 saniyê li pileya sêyem rawesta û mîdala tûnc bi dest xist.

 

Merziye Sidqî, xatûneke din a îranî jî bi rekora 4.40 metreyan, di pêşbirka avêtina giraniya F-54 de derket pileya pêncem.Herwisa Haşim Restgarî nûnerê din ê Îranê li pêşbirka 200 metre pileya T37 di pileya çarem de rawestiya û Elî Ulfetniya jî li pêşbirka bazdanê pileya T37 bi rekora 5.96 metre xelata zêr wergirtibû.

Tîma Îranê bi 15 werzişkaran beşdarî pêşbirkên cîhanî yên Îmaratê bûye.

 

Serepeyv