Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî
Esxerî Kurdistanî kurê Seyîd Nizamedîn kurê Seyîd Camî kurê Seyîd Mihemed Cewad kurê Seyîd Îbrahîm’e. Di sala 1881’an de li gundê Selwetawa ya ser bi bajarê Sineyê hatiye dinê.
Esxerî di sala 1905’an de bi Mehşeref Xanimê re dizewice û sê kur û du keçên wan çêdibin. Nasnavê Kurdistan ji parêzgeha Sine girtibû, ji ber ku Fars ji Sineyê re dibêjin Kurdistan û ev yek li nav Kurdan û netewên din yên Îranê belav bûye. Wî, Helbestên xwe bi awaz û xwendina Quranê bi dengekî bilind dixwend. Nimêj dikir, meqam û îlahiyên olî digotin. Vê yekê gav bi gav Seyîd Elî anî nav cîhana hunerê. Ji ber ku xelkê bê navber pesnên wî didan, ew teşwîq kir ku wî dengê xwe yê xweş winda neke û bikar bîne.
Esxerî bi stranbêjiya şaheserên wek; Were cana min, Ey hevalên terîqetê, Xemgîn û dil peşewim, Hey nabe nabe, bingeheke hunerî ya xurt ji Kurdan re ava kir û ji bo Kurdan xeteke hunerî ya nemir afirand ku hunermendên ciwan yên Kurd niha wek dibistanekê jê fêr dibin.
Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên vî hunermendê mezin ewe ku xwe dispêre helbest û hûnandiyên helbestvanên Kurd. Ji helbestên Mewlewî û Wefayî sûd wergirtiye. Di stranên xwe de kêm caran peyvên biyanî bi kar aniye.
Seyîd Elî Esxerî Kurdistanî di 4’ê Sibata 1937’an de koça dawî kir û li goristana gundê xwe hat veşartin.