Çile 20, 2024 09:34 Asia/Tehran
  • Îranê hilkişya qonaxa heşt yeka Kapa Gelên Asyayê

Tîma neteweyî ya fûtbola Îranê li pêşbirka duyemîn a Kapa Gelên Asyayê ji Hong Kongê bir û derbasî qonaxa heşt yeka kapê bû.

Tîma neteweyî ya futbola Îranê di duyemîn  pêşbirka vê tîmê li kapa gelên Asyayê û ji pêşbirkên Koma C-ê bi hekemtiya Hana Hetab ji Sûriyê, li werzişgeha Xelîfe bi tîma Hong Kongê re leyîst û bi encama 1-0 ê bi ser ket. 

Di dawiya pêşbirkên gerra duyem de, di koma C de, tîma neteweyî ya Îranê bi 6 puenan di serê xişteyê de cih girt, Îmarat bi 4 puenan di pileya duyem de sekinî û Filistîn jî bi yek puenî  û Hongkong bêyî puen di pileyên sêwem û çarem de ne.Di pêşbirkên  faynalê yên gerra komî de, tîma Îranê dê  roja sêşemî  3ê  rêbendanê bi Îmaratê re  bilîze û  Filistîn û Hong Kong  jî dê bi hev re bilîzin.

Serepeyv