Çile 01, 2024 09:14 Asia/Tehran
  • Klûba Fûtbolê ya Amed Sporê bi teknîk dîrektorekî nû  re li hev kir

Mesut Bakkal bû teknîk dîrektorê Amed Sporê.

Amed Spor di Koma Sor a Lîga 2'yemîn a Tirkiyê de dilîze.

Klûbê bi ser hesabê xwe re lihevkirina ligel Bakkal ragihand.

Di mersima îmzekirina peymanê de Serokê Klûbê Eziz Elaldi û Kaptana Şaxa Fûtbolê yê Giştî Ahmet Ulmez amade bûn.

Teknîk Dîrektor Mesut Bakkal di sala 1964'an de li Kirikkaleyê hatiye dinê. Di navbera salên 1982-1994'an de li Denizli Sporê bi awayekî profesyonel lîstiye. Piştî dest jê berdana lîstikvanî bûye teknîk dîrektor û yekem teknîk dîrektoriya xwe li Gençlerbirligi kiriye. Bakkal, gelek tîmên Lîga Super ên wekî Gençlerbirligi, Denizli, Manisa, Sivas, Ankaragucu, Samsun, Kayseri bi rê ve birine.

 

 

Serepeyv