Kanûn 31, 2023 15:18 Asia/Tehran
  • “Yekemîn Pêşengeha Geştyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Amedê

Yekemîn Pêşengeha Geştyarî û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li Amedê bi beşdariya gelek sazî û kesayetên Tirkiyê û navçên kurdnişîn ên derdorê destpê kir.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê got ew dixwazin Mezopotamyayê li ser asta cîhanê bikin markayeke geştyariyê.

Mehmet Kaya, got:  Em li erdnîgariyeke ku tiştên yekem lê destpê kirine dijîn. Yekem, îbadetxane, yekem berhemên çandiniyê, yekem kedîkirina ajelan, yekem hebûnên çandî û li ser van hebûnan şopên cuda yên şaristanî, gel û olan. Ev hemû derfetên me ne, ku ji geştyariyê dahatê bidest bixin.”

Beşdarvan bal kişandin ser dewlemendiyên dîrokî û çandî yên Mezopotamyayê, ku divê bo geştyariyê bên bikaranîn.

Parêzgarê Amedê jî, behsa dîroka olan û gastronomiyê ya Mezopotamyayê kir.

Munir Karaloglu, Parêzgarê Amedê, tekez dike, “Mezopotamya, cihê ku dîroka şaristaniya mirovahiyê lê hatiye nivîsandin e. Mezopotamya cihê ku dîroka bawerî û olan a mirovahiyê lê destpê kiriye û geş bûye. Eger hûn gastronomiya Mezopotamyayê neyînin ziman, hûn nikarin gastronomiya mirovahiyê binivîsînin.”

 

Serepeyv