Fûara Pirtûkan a Amedê duh bi dawî hat
Kanûn 25, 2023 18:04 Asia/Tehran
Fûara Pirtûkan a Amedê piştî çar salan îsal bi hevkariya DTSO û Eylul Fuarcilikê li dar ket. Fûara ku 16'ê mehê dest pê kir duh xebata xwe bi dawî kir.
Weşanxaneyên kurdan Aram, Aryen, Avesta, Belkî, Dara, Deng, Do, Doz, J&J, Lîs, Lorya, Morî, Na, Nûbihar, Peywend, Ronya, Sîtav, Wardoz, Weqfa Mezopotamya, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li fûarê stand vekiribûn.