Kanûn 24, 2023 09:57 Asia/Tehran
  • 22 hunerên destan ên Kirmaşanê mohra reseniya neteweyî wergirtin

Rêveberê giştî yê mîrateya çandî, geştûguzarî û hunerên destî ya Kirmaşanê wergirtina mohra reseniya neteweyî ya 22 berhemên hunerî yên hunermendên parêzgehê ragihand.

Daryûş Fermanî dîyar kir: Di gera 7’an a dadwerîya mohra resenîya netewî ya berhemên destan li bajarê Hemdanê,  bi amadebûna berhemên hunerî yên pênc parêzgehên rojavayê welat ji wan Kirmaşanê, hat lidarxistin.

 Fermanî destnîşan kir:Parêzgeha Kirmaşanê bi 34 berheman beşdarî di vê merasimê de kir ku pêştir ji aliyê mamosteyên hunera destî ve ji nav 55 berheman hatibûn hilbijartin.

Wî diyar kir, ji 34 berhemên ku derbasî hilbijartina dawîn a berheman bûne, 22 berheman karîn mohra reseniya hunera destan a neteweyî werbigrin

Serepeyv