Kanûn 23, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Fîlma Îranî; Di Festîvala Navneteweyî ya Îtalyayê de xelata baştirîn fîlmê bir

Fîlma îranî ya bi navê Bûyerek Biçûk xelata baştirîn fîlma duyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Mîmarî ya Afragola li Îtalyayê bi dest xist.

Fîlma îranî ya bi navê Bûyerek Biçûk bi derhêneriya Seyîd Morteza Sebzê-qeba li 2-yemîn Festîvala Navdewletî ya Mîmarî ya Afragola li Îtalyayê xelata baştirîn fîlmê bir.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Îtalyayê "Afragola" bi têma mîmariya rasteqîn, xeyalî an jî zêhnî hat lidarxistin û li gor biryara hekeman xelat ji bo baştirîn kurtefîlma, baştirîn fîlma dirêj,  baştirîn belgefîlma kurt, baştirîn fîlma belgeyî ya dirêj û baştirîn anîmasyonê hat dayîn.Fîlma  îranî ya “Bûyerek Biçûk”  behsa mêrekî dike ku di komavahiya çandî û sînemayî ya Dêzfulê de karê aparatçî  û paqijiyê dike û dixwaze rojekê li sînemayê derkeve ser dikê  û wêneyê wî derkeve ser ekranê.

 

Serepeyv