Bi hezaran kes li Amedê beşdarî vekirina Pêşengeha Pirtûkan bûn
Kanûn 18, 2023 18:17 Asia/Tehran
Li Amedê li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamyayê, piştî 4 salan pêşengeha 10-emîn a pirtûkan hat vekirin.
Pêşengeha pirtûkan a Amedê bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê û Eylûl Fuarcilikê hat tê lidarxistin.
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç û Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Serokê Borseya Bazirganî ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê OSByê Mustafa Fîdan, Alîkarê Walitiya Amedê, Serokê Amedsporê Azîz Elaldi, nivîskar Murathan Mungan, Remzî Çayir û bi hezaran kes beşdarî merasîma vekirina pêşengehê bûn.
Herwiha nêzîkî 120 weşanxane û zêdeyî 350 nivîskar tevlî pêşengehê dibin.
Di vê çarçoveyê de panel, hevpeyvîn û rojên îmzayan têne lidarxistin.