Kanûn 16, 2023 16:22 Asia/Tehran
  • Mîdala zêrê ya du kesî ya roînga qaremaniya Asiyayê bo Kîmiya Zareî û Fatime Mucelel

Tîma du kesî ya roînga jinan a Îranê li pêşbirkên qaremaniya Asiyayê ya bin 23 saliyê de mîdala zêr bi dest xist.

Kimya Zarêî û Fatime Mucelel îro li Asyayê li pêşbirka du kesî ya  giraniyê ya bin 23 salî mîdala zêr bi dest xistin.

Pêşbirkên roînga qaremaniya  bin 23 saliyê û ciwanên Asyayê îro li Pataya paytexta Taylandê tên lidarxistin.

Di berdewamiya van pêşbirkan de Kîmiya Zarêyî û Fatime Mucelel di  roînga du kesî ya giran a bin 23 salî de di fînala A de bi nûnerên Hong Kong, Kazaxistan û Viyetnamê re rûbirû bûn û di dawiyê de pileya yekem û mîdala zêr bi dest xistin. 

Di vê werzişê de werzişvanên Vîyetnam û Kazaxistanê  di rêzê de bûn duyemîn û sêyemîn.

 

Serepeyv