Kanûn 13, 2023 19:04 Asia/Tehran
  • Ji ber êrîşa ser hekem, Lîga Fûtbolê ya Tirkiyê kete rewşa betlaniyê

Ji ber êrîşa ser hekemê pêşbirkê, Sûperlîga Fûtbola Tirkiyê di hefteya 15an a Sezona 24an hat betalkirin.

Farûq Goca Serokê Klûba Ankara Goco piştî encama 1-1 a tîma xwe li hemberî tîma hevrik, êrîşî ser hekem kir û ew birîndar kir. Ev kiryara Goca tûşî berteka Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê bû.

Erdogan di peyamekê piştî vê bûyerê nivîsî: Werzîş yanî aştî û biratî; ti cihek ji bo liv û tevgerên wiha di werzîşê da tineye û em nahêlin ev rewş dubare bibe."

Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê piştî vê bûyerê hemî pêşbirkên lîgên vî welatî heta ragihandina din betal kirin.

Serepeyv