Kanûn 13, 2023 19:00 Asia/Tehran
  • Firat Cewerî dê ji aliyê akademiyeke navdar a swêdî va were xelatkirin

Akademiya Swêdê (Svensk Akademien) biryar e nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji ber xebatên wî yên di warê danasîna çanda swêdî xelat bike.

Akademiya Swedê ragihandiye Massimo Ciaravolo û nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji ber xebatên ji bo danasîna çand û wêjeya swêdî li derveyî vî welatî hêjayî xelata xwe ya sala 2023an zaniye.

Akademiya Swedê  di gellek waran da xelatan pêşkêş dike û ya herî navdar Xelata Nobelê nemaze ya di warê Wêjeyê da ye. Vêca xelata ku dê pêşkêşî massimo Ciaravolo û Firat Cewerî bê kirin, wek Xelata Akademiya Swêdê ji bo danasîna çanda Swêdî li derveyî welat tê naskirin ku di sala 1992yan de hatiye damezrandin.

Serepeyv