Kanûn 11, 2023 19:01 Asia/Tehran
  •  Festîvala fîlman a Stenbolê dê bi zûtirkê were lidarxistin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ya 43’yemîn dê were lidarxistin.

Festîvala Fîlman a Stenbolê di sala 1982’yan de ji aliye Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê ve hate dest pê kirin. Ji wê rojê de festîval her sal li dar dikeve.

 Festîvalê niha dema serîlêdanê eşkere kir. Yên bixwazin heta 19’ê rêbendana 2024’an dikarin berhemên xwe bigihînin ber destên amadekeran.

Di beşa Sînemaya Tirkiyeyê de fîlmên metrajdirêj hene ku ew di Pêşbaziya Neteweyî de têne peşkeş kirin. Dîsa di bin vê beşe de beşên Pêşbaziya Belgefîlman û Kurtefîlman jî hene.

Di nav endamên lijneya şêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê ya Festîvala Stenbolê de nivîskarên sînemeyê Engin Ertan, Kaan Karsan, Nil Kural û Esin Kuçuktepepinar hene. Di nav Lijneya Şêwrê ya Kurtefîlman a Nateweyî de Serdar Kokçeoglu, Ahmet Togaç û Nukhet Taneri hene.

Fîlmên bêne şandin ji bo fîlmên metrajdirêj divê bi ser 60 deqîqeyî, belgefîlm bi ser 30 deqîqeyî re bin û kurtefîlmên divê ji 20 deqîqeyî kintir bin.

Serepeyv