Kanûn 11, 2023 18:53 Asia/Tehran
  • Festîvala Helbestan li Silêmaniyê  hate birêvebirin

Bi hewildan û pêşengiya helbestvana Kurd Yade Berzencî û bi amadebûna 24 helbestvanên Kurd û Ereb Festîvala Helbesta Pîremêrd ya bo cara yekê hate lidarxistin û beşdarvanan diyarkirin ku ev festîval pêkvejiyana gelan xurtir dike.

Helbestvana Kurd Yade Berzencî di derbarê festîvalê de  got: “Festîval wê rojek berdewam kir, lê di çarçoveya Festîvalê de mêhvanên Festîvalê wê li cihên dîrokî û geştyariyê werin gerandin. Ji navçeyên başûrê  Iraqê 8 helbestvanên Ereb, ji bajarokê Xaneqînê 6 helbestvan, her wiha 10 helbestvan jî ji Herêma Kurdistanê beşdarî Festîvalê bûne.”

Helbestvan Meşel Beyatî ku ji parêzgeha Selahedîn beşdarî festîvalê bibû got:Evv festîval bi serkeftî encam bû. Festîvalên wiha pêkvejiyana navbera hemû neteweyên li Iraqê jiyan dikin weke Kurd, Ereb û Tirkmenan de zêde dike. Festîvalên bi vî rengî destpêkê pêkvejiyana civakî, piştre wêjeyî, çandî û hunerî xurtir dikin.”

Serepeyv