Kanûn 03, 2023 18:15 Asia/Tehran
  •   Destpêkirin pêngava şitilçandinê li Seyîdsadiq

Bi mebesta parastin û şînkirina jîngehê û her wiha handana welatiyan ji bo parastina jîngehê, li navçeya Seyîdsadiq pêngavek ya şitil çandinê pêkhat.

Li gundê Gamêş Tepe yê navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê  duh bi dirûşma ‘Şitlek diçînim ji bo heskiriyek’ projeya Pênciwên şarê fêrbûne, bi hevkariya Gruba Nemam pêngavek ya şitil çandinê hat destpêkirin.

Endamê meclîsa gundê Gamêş Tepe Nizar Eshed, di derbarê çandina şitlan de got: “Îro pêngava Pênciwên şarî fêrbûne projeya jîngehê destpê kir. Ji bo şînkirina gundê xwe emê vê projeyê berdewam bikin.”

Nizar Eshed da zanîn di destpêkê de 40 şitil gihiştine destê wan û di rojên bê de jî wê hinek şitlên din ji wan re werin. Nizar diyarkir armanca wan ewe ku beşek zêde ya gund bi çandina şitlên darên tû şîn bikin.

Her wiha Nizar Eshed da zanîn ku projeya wan destpêkê ji bo şînkirina gund destpêkiriye û wê heta hefteyek ev pêngava wan a şitil çandinê berdewam bike.

Nizar got, ewê hinek malbatên ku rûberek zêde yê hewş û baxçeyên xwe dar çandine xelat bikin. Her wiha Nizar Eshed da zanÎn ew dixwazin bi vê pêngavê nifşê nû fêrî parastin û şînkirina jîngehê bikin.

Serepeyv