Kanûn 03, 2023 18:10 Asia/Tehran
  • Pêşangeha çanda Kurdî li Moskowayê  hate vekirin

Bi mebesta çanda Kurdan bi gelên Rûsyê bidin nasandin, li Moskowa paytext vî welatî pêşangehek ku wê 14 rojan berdewam bike hat vekirin.

Kurdên li Rûsyayê dimînin bi çalakiyên çanda Kurdan bi gelên Rûsyayê re didin naskirin. Yek ji van çalakiyan jî; pêşangeha ji aliyê Nûnertiya Rûsyayê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Jinên Kurd ya Rûsyayê ve li Meclisa Civakî ya li paytext Moskowayê hatiye vekirine.

Pêşangeha ku berhemên wênekêş û wênesazên Kurd têde cih girt, li Meclîsa Civakî ya ku nûnertiya hemû civakên Rûsyayê dike, hat vekirin.

Di pêşangeha ku wê 14 rojan berdewam bike de, ji bilî wêne û tabloyan, cil û berg û alavên malê yên çanda Kurdî jî hatin pêşandan.

Di vekirina pêşangehê de gelek rewşenbîr, hunermend û dostên Kurdan amade bûn.

Serepeyv