Mijdar 28, 2023 09:43 Asia/Tehran
  • Lîga qaremanên Asyayê, Persepolis 0 Nesr 0, Hêviya nûnerê Îranê bi serketinê

Pêşbirka hestyar a di navbera Nesra Erebistan û Perspolîsê de bi encama wekheviya bê gol bi dawî bû.

Di çarçoveya hefteya pêncem a Lîga qaremanan a Asyayê de, şeva borî tîma Futbola Perspolîs a Îranê li werzişgeha El-Ewel Park a Riyazê bi tîma El-Nesr a Erebistana Siûdî re hat pêşberî hev û ev pêşbirk bi encama 0-0 bidawî hat.Bi vê encamê Perspolîs 8, Nesr Erebîstan jî 13 puan Bi dest xistin.

Şagirdên Gol Mihemedî bi vê beramberiyê gelek bi hêvî bûn ku wek yek ji tîmên duyemîn ên 5 koman bi pêş bikevin.Hevgav,pêşbirka tîmên Sipahan ên Îranê û Hêza hewayî ya Iraqê li heftiya pêncan a Lîga qaremanan a Asyayê, li yarîgeha Azadî ya Têhranê bi hekimtiya Ebdulrehman Casim birêve çû û di dawiyê de, tîma Sepahan a Îranê karî 9 kesî, Hêza Esmanî ya Iraqê bi encama  1-0 işkest bide.Bi vê encamê Sipahanê 10 pûan bi dest xist û piştî El Îtîhad a Erebistana Siûdî di rêza duyemîn de cih girt.

 

Serepeyv