Mijdar 21, 2023 10:48 Asia/Tehran
  • Pêşangeha wêneyan a seyrangehên Azerbaycana Rojava hat lidarxistin

Cîgirê geştiyariyê yê rêveberiya giştî ya mîrateyên çandî, geştyarî û hunerên destî yên Azerbaycana Rojava di çarçoveya konferansa neteweyî ya rola mîmarî û plansaziya bajarvaniyê li ser geştiyariya Azerbaycana Rojava, derbarê lidarxistina pêşangeheke wêneyan ji cihên geştiyariyê yên parêzgehê agahî da.

Riza Heyderî diyar kir: Di vê pêşangehê de 30 tablo ji cihên geştyarî yên parêzgehê, ji wan Textê Silêman  a Tekabê, Qere Kilîseya Çaldaranê, Mizgefta Cami ya Urmiyê, Dêra Zor Zor  a Makûyê,  Sûlava Şelmaşê ya Serdeştê, Girê Hesenlû  li Neqedê  ji xwendekar û mamosteyên mîmariyê yên  zanîngeha azad a Umiyê re hatin nîşandan.

Cîgirê serokê geştyarî ya rêveberiya giştî ya mîratên çandî, geştyarî û hunerên destî ya Azerbeycana Rojava got: Her wiha yek ji bernameyên li kêleka vê konferansê, lidarxistina pêşbirka wênegiriyê ya mîmariya avahiyên dîrokî yên Azerbaycana rojava ji bo xwendekaran bû ku pêşangehek ji 78 wêneyên ku ji nivîsgehê re hatine şandin jî li vê zanîngehê hate lidarxistin. 

Wî got: Her wiha bi armanca nasandina potansiyela geştiyariyê ya Azerbaycana rojava, çendîn keresteyên danasînê ji wan nexşeyên geştiyariyê yên parêzgehê û Urmiyê, posterên seyrangehên geştiyariyê, kartpostal, çente û broşurên geştiyariyê pêşkêşî mêvanên Azerbaycanê hatin kirin.

Serepeyv