Mijdar 21, 2023 09:35 Asia/Tehran
  •  Li ser jiyana hunermendê folklora kurdî  Hebîbullah Zendî belgefîlmek hat çêkirin.

Ev belgefîlm 30 xulekî li ser jiyana Hebîbullah Zendî hunermend û stranbêjê folklora kurdî yê Dehgolanî ye.

Ev fîlm di nava du salan de li gundê Huqe cihê jidayîkbûna  vî hunermendî û gundê Emroleyê hatiye kişandin, senaryoya vê belgefîlmê beriya niha li Akademiya Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê xelata duyemîn wergirtibû.

Ednan Zandî, nivîskar û derhênerê vê fîlmê, yek ji fîlmsazên parêzgeha Kurdistanê ye, ku çendîn kurte film û anîmasyon çêkirine.

Ev fîlm bi hevkariya Elî Esedî Şelmaî, Şêwirmendê derhêner, Fuad Lotfî, alîkarê derhêner û plansaz, Perwîz Rostemî, derhênerê wênekêşiyê, Tewfîq Emanî, edîtor, Musieb Ebbasî, operatorê deng, Husêyn Xorçîyan, endezyarê dengan, Ferhad Senendecî, Rastkirina rengan. Edîb Pervîn: Alîkarê Wêneyê, Eşkan Seîdpenah: Dîzaynerê poster, Weşana Navdewletî ya Sîna Eyûbî û bi amadebûna Ebûlqasem Kûşa hatiye çêkirin.

 

Serepeyv