Mijdar 18, 2023 16:17 Asia/Tehran
  • Pirtûkên Elî Eşref Dervîşîyan bi Kurmancî derketine

 Elî Eşref Dervîşîyan  Li nav hezkiriyên wêje û edebiyatê de pir tê hebandin.

 

Du berhemên wî yên kurteçîrokan bi Kurmancî hatin wergerandin.
Dervîşîyan di van her du berheman de alema zarokên Kêrmanşahê radixe ber çavê me. Dervîşîyan ji kurdên Kirmaşanê ye. 

Dervîşîyan di van kurteçîrokan  Abşûranê de qala zarokatîya xwe dike. Bi Abşûranê dest pê dike ku di nav kurteçîrokên wê de Eşref hêj xwendekarekî dibistana navîn e. Alema wî Abşûran ber derê mala wan, sekitîna seyan, xwedîkirina pisîkan û nehsîyên zarokên mehela wan e. Hêvîya wî xwarineke xweş û lîstikeke bêserûber e. Çavên rexneyî yên Eşref tenê di Abşûranê de me zûr nahêle li ser van nelihevkirinên xwe û civakê. Ew her ku mezin dibe, Dervîşîyan jî li gorî temen û hîsiyata wî perspektîfa wî berfireh dike ta ku xwe digihîne nûciwanîya wî.
 

Paşê Dervîşîyan bi Demsala Nan dixwaze nûciwanîya Eşref raberî me bike. Eşref, Ekber û Esxer her sê birayên bi hev re mezinbûyî, di Demsala Nan de jî silavê li me dikin.

 

Serepeyv