Mijdar 18, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • karê avahiya nû ya Zanîngeha Kobanî qediya

Jibo zanîngeha Kobanî avahiyeke nû hatiye ku dê bi zûtirkê xebata wê zanîngehê bo xizmeta xwendekaran destpê bike.

Rêveberê vê projeyê endazyar Nezmî Mihemed destnîşan kir:Di sala 2018'an de piştî ku Rêveberoya Xweser mîlyonek dolar ji bo avakirinê û 700 hezar dolar ji bo qedandina pêdiviyan wekî budce amade kir, projeyê dest pê kir.

Rûbera erdê  wê zêdetirî 3 hezar metre e, tevî rûbera qonaxan bi giştî dibe 7 hezar metre çargoşe. Di dema pêş de ev rûber dê ji ber avakirina xewgeha zanîngehê berfirehtir bibe. Di avahiya nû de nêzî 30 hol hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e û gelek nivîsgehên rêveberî hene. Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê; 2 beş ji bo xwendekaran û beşek ji bo rêveberiyê, her wiha muderecek ku ji bo 400 xwendekaran, holeke pirtûkxane û xwendinê hene."

 

 

Serepeyv