Kurdek wekî entîkenasek dikeve dû pirtûkên kevin
Mijdar 14, 2023 17:21 Asia/Tehran
Li bajarê Stenbolê ku wekî paytexta çand û hunerê ya Tirkiyê tênaskirin, sehafekî Kurd wekî entîkenas dikeve pey pirtûkên kevn.
Huseyîn Palewî, ev 13 sal in li Stenbolê karê sehafî dike.
Li cem sehafê Kurd, bi zimanên cuda cuda pirtûk, kovar, nexşe û destxetên Kurdî û berhemên derbarê Kurdan tên peydakirin.
Huseyîn Palewî di hefteyê de du rojan li depoya xwe ya pirtûkan bazara mezadiyê li dar dixe û hejmarek zêde xwîner û hezkiriyên sehafan berê xwe didin mezada wî.