Mijdar 14, 2023 17:02 Asia/Tehran
  • Veşartina Sedam  wek belgefîlm li Holandayê tê nîşandan

 'Veşartina Sedam' Belgefîlma dirêj a derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê dê di Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê de were nîşandan.

 

Ev festîval li seranserî cîhanê di nav festîvalên belgefîlman ên herî girîng de cih digire.

Ev belgefîlm çîroka Ela Namîq vedibêje ku wî sala 2003yan 235 rojan Serokê berê yê Îraqê Sedam Husên li cem xwe veşartiye.

Dema ku Ela Namîq Sedam vedişart bi hezaran leşkerên Amerîkayê lê digeriyan da ku hikimraniya wî bi dawî bikin.

Belfefilm dê li beşa “Frontlight”ê ya vê festîvalê were nîşandan û dê derhêner belgefîlmê jî beşdarî festîvalê bibe

 

Serepeyv