Cotmeh 26, 2023 18:07 Asia/Tehran
  • Xêzkirinakaresata şewata Hemdaniye di tabloyekê de

Hunermend Nînos Sabit ku bi xwe buye şahidê bûyera şewatê ya Li Hemdaniyê, li ser karasata ku rû da û bi dehan kesan têde jiyana xwe ji dest dan, tabloyek xêz kiriye. Nînos diyarkir ku wî xwestiye bi rêya tabloyekê karesata ku rû daye, xêz bike.

Nînos diyarkir ku wî xwestiye bi rêya tabloyekê karesata ku rû daye, xêz bike.

Di şeva 26’ê Îlona 2023’yan de li bajarokê Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Musilê li salonek dawetê de şewat derket. Di encama şewatê de 122 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji baweriya Xiristiyan bûn.

Nînos Sabit diyarkir ku wê şeva ku bûyer rû dayî, ew bi xwe li wêderê amadebû û got: “Ez li nava wê karesatê de bûm û wek şahidê wê karesatê me. Min gelek kesên ku şewitîbûn dîtin, ez şoq bûm. Destpêkê min wisan zanî ku salon şewitiye û kêmek ziyan gihayê, lê dema hinek nêzîk bûm min dît karesatek mezin rû daye. Min dît ku xelk digiryan, hinek şewitîbûn, hinek ji ber dûkelê xeniqîn. Dîmenek pir bi êş hebû ku di tû filman de jî dîmenek wisan nine.”

 

Serepeyv