Cotmeh 15, 2023 17:57 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên navbera Stûdyoyan û lîstikvanên Hollywoodê hatin rawestandin

Gotûbêjên navbera lîstikvanan û serokên Stûdyoyên Hollywoodê hatin rawestandin.

Ji 2ê Gulana 2023an va Yekitîya Nivîskarên Hollywoodê (WJA) ket grevê û destpêka Tîrmehê lîstikvanên Hollywood, televîzyon û radyoyê yên Amerîkayê jî tev li vê grevê bûn.

Ev yekitî daxwaza zêdekirina destmizdan û pergalmendkirina bikaranîna Hişê Çêkirî li Pêşeya Fîlmçêkirinê ya Amerîkayê dikin.

Li gorî nûçeya IRIB News'ê, Yekitîyan bi nûnertiya Lijneya Amadekerên Sînema û Televîzyonê yên Amerîkayê (AMPTP) bi weşandina daxuyaniyekê ragihandin, lîstikvanên grevgirtî û serokstûrdyoyên Hollywoodê gotûbêjên xwe di roja Çarşemiyê da rawestandine.

 

Serepeyv