Cotmeh 15, 2023 10:14 Asia/Tehran
  • Bo 16 emîn Festîvala Şanoya Kolana Merîwanê ,170 berhem hatine şandin

Rêveberê Giştî yê Ferheng û Îrşada Îslamî ya parêzgeha Kurdistanê got: 170 şano ji parêzgehên curbicur ên Îranê gihîştin nivîsgeha 16 emîn Festîvala Navdewletî ya Şanoya Kolanan a Merîwanê û ji aliyê tîmeke dawerî ya ji sê kesî ve hatin nirxandin û hilbijartin.

Elî Esxer Deryayî li gotûbêja bi nûçegihanê Farsnewsê re  li Sineyê got:16`emîn Festîvala Şanoya Kolana Merîwanê bi vexwendina hunermendên seranserê Îranê û hejmarek ji welatên cîhanê ji 25 heta 29`ê Rezbera îsal li paytexta Kelaşê ya cîhanê tê lidarxistin.

Li gorî gotina wî, 16emîn Festîvala Şanoya Kolana Merîwanê di 6 beşên azad , ayînî, kevneşopî, zarok û nûgîhayan, kêmendaman, di beşa taybet bo Îsar û Şehadetê dê were lidarxistin.

 

Serepeyv