Cotmeh 15, 2023 08:35 Asia/Tehran
  •  Pêşengê Romana Kurdî: Mehmed Uzun

 Mehmed Uzun bi rêya wêjeyê rastî, êş û destkeftiyên kurdan bi pênûsa xwe honand û heta roja me ya îro anî. Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest li pey xwe hêla û îro weke pêşengê Romana Kurdî ya modern tê pejirandin.

Yek ji  pêşengan jî wêjevan, rojnamevan û nivîskar Mehmed Uzun e. Mehmed Uzun di sala 1953’an de li Sêwereka girêdayî bajarê Rihayê ji dayîkbûye. Zarokatiya xwe li wir derbazkiriye. Weke her zarokekê çanda pêşî ji malbata xwe, çand û folklora zarokatiyê jî ji zarokên taxê hîn dibe û bi wan re dileyîze. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Sîwerekê diqedîne.

Wêjevanê Kurd di salên 90’î de ji bo belavkirin û pêşxistina wêje û rêzimana Kurdî dest bi lêkolîn û nivîsariyan dike. Di sala 1992’an de Destpêka Wêjeya Kurdî  û di sala 1995’an de jî Antolojiya Wêjeya Kurdî dinivîse.

Mehmed Uzun di sala 2005’an de vedigere Tirkiyeyê û li Stenbolê dimîne. Di dawiya heman salê de ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê tê xelatkirin.

Mixabin di sala 2006’an de tê zanîn ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Wêjevan û rojnamevanê Kurd ê pêşeng Mehmed Uzun di 11’ê Cotmeha sala 2007’an de li Amedê jiyana xwe ji dest dide.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Mehmet Uzun ne tenê bi Kurdî dinivîsî, gelek berhemên bi zimanên Tirkî û Siwêdî jî nivîsîne. Îro weke pêşengê Romana Kurdî ya modern tê pejirandin.

 

Serepeyv